çemê Mûnzûrê

خرید بک لینک
ÇEMÊ MÛNZÛR*

Çemê Mûnzûr, ji binê Girê Mûnzûr Baba yê li ser Çîyayê Mûnzûr dest pê dike, di nav Deşta Zeranîgê re derbas dibe û dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê. Çîyayên Dêrsimê bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire. Li başûrê Mamekîyê digîhêje ser Çemê Xarçîk û ber bi başûr ve diherike, piştî bendava Ûzûnçayirê diçe ser Kebanê. Li herêma Dêrsimê, çemê herî mezin û navdar Çemê Mûnzûr e ku bi masî û zelalîya ava xwe pir bi nav û deng e.

Li bakurê rojavayê Deşta Zeranîgê, li pala Çîyayê Mûnzûrê, li derdora Gundê Jare (Ziyaret) Kanîyên Mûnzûrê (Çimê Munzur Bawayî, Munzur Baba Gözeleri) hene. Tê gotin ku berê 40 heb kanî hebûne. Ava ku ji van kanîyan derdikeve wek şîr sipîboz e, bi kef û bi tazyîk dipijiqe, li jêr digîhêje ser hev û dibe destpêka Çemê Mûnzûrê. Dirêjahîya Mûnzûrê, ji destpêkê heta Pûlûrê 17 km û heta Dêrsimê jî 80 km ye...

* Ev nivîs berê di NewePELê (Hejmar 98, Nîsan 2017) de bi zaravayê Kirmanckî/Zazakî hatibû weşandin.

Abdurehman Onen, erdnîgar,

کوردی کرمانجی kurdiya kurmanc...

ما را در سایت کوردی کرمانجی kurdiya kurmanc دنبال می‌کنید

برچسب: ûûê, نویسنده: بازدید: 306 تاريخ: شنبه 28 مرداد 1396 ساعت: 1:56

صفحه بندی